Biryar a girtin a Newşîrwan Mistefa hat derxistin
Dadgeh Hewlêrê biryar a girtin Newşîrwan Mistefa, rêkxer ê bizav a Gorran derxist, piştî ku ew li pêş dadgehê amade nebû.
K24- Hewlêr
Dadgeh Hewlêrê biryar a girtin Newşîrwan Mistefa, rêkxer ê bizav a Gorran derxist, piştî ku ew li pêş dadgehê amade nebû.
Li gor zanyarîyan ev biryar a dadghê bo wê yekê diveger ku berê niha ji alîyê dadgeh a vekolîçn a bajar ê Hewlêrê Newşîrwan Mistefa hatibû gazîkirin bo vekolînêm lê ew li pêş dadgehê amede nebûye, li dexztpêk a evê mehê dadgeh a vekolîn a Hewlêrê biryar dabû ku Newşîrwan Mistefa li ser tomar ên dengî yên xwe li pêş dadgehê amade bibe.
Di vî bwarî de Hakim Samih Ûsmanm serok ê Dageh a Têhelçûn a Hewlêrê ragehand ku daxwazkar ê Giştî sikala li sr Newşîrwan Mistefa tomar kirîye, li ser wê tomar ên dengî yên ku têde behs a gef a kuştin a kunsil û revandin hinartî yên bîyanî û endazyar ên bîyanî dike li Hewlêrê û ev tomar ên dengî berê ji alî yê çend kenalek ên ragehandinê hatibûn belavkirin.
Serok ê dadgeh a têhelçûn a Hewlêrê ragehand jî ku dadwer ê vekolîn a Hewlêrê biryar a amdekirin a wî derkirîye û ji alî yê xwe ve jî Newşîrawan Mistefa hatîye agahdarkirin ku lim pêş dadgehê amade bieb û mijar jî hêj li jêr vekolînê de ye û divî di destpêkê de li pêş dadgehê amade bibe heya axivtin ên wî bihê wergirtin. Eger amade nebe wê çaxê dadwer biryar a xwe di wî warî de dide.
Çend dezgehek a ragehandinê, ser bi Partî ya Dîmukratîya Kuriisatnê tomar ên dengî yên Newşîrwan Mistefa Rêkxer ê Bizav a Gorranê, belav kirîye, di wan tomar ên dengî de, Newşîrwan Mistefa gef a kuştin a kunsil ên welatan û endazîyar ên bîyanî dike li Herêm a Kurdistanê.