Asayîşa Rojava du endamên PDK-S girtin

Di dema dawî yê de endamên PDK-S ji aliyê Asayîşa Rojava ve zêde dibin.

K24-Navenda Nûçeyan

Asayîşa Rojava her du Endamên PDK-S Mehmûd Lewend û Selah Mihmed Seîd girtin.

Derbarê girtina wan peyamnêrê K24ê ragehand ku, Asayîşa Dêrikê duh, dema ku, endamê komîta xwecihî ya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê Mehmûd Lewend, diçû bajarê Dêrikê li gundê Xaneserê girtin.

Li gor zanyariyê peymnêrê K24ê berî niha çend rojan Endamê Xwecihiya yê bajarê Amûdê Selah  Mihmed Seîd di mala xwe de ji aliyê Asayîşa Dêrikê ve hate girtin.

Di dema dawî yê de endamên PDK-S ji aliyê Asayîşa Rojava ve zêde dibin.