PDK bo Newşîrwan Mistefa: Bi gef û gurreşe yên te guhertin çê nabe

K24- Hewlêr

Di ragehandinekê de Mekteb a Sîyasî ya Partî ya Dîukratî ya Kurdistanê dibêje Newşîrwan Mistefa rêkxer ê Bizav a Gorranê ddibêje: Bi gef û gurreşe  ên te guhertin çê nabe.

Herweha di wê ragehandinê de hatîey: Wek çawa di kevin de jî hun neşîyan û bûye girêkoreyek a revanî û di 17 yê Subatê, 23yê Xizîranê û 19 Tebaxê de jî hun neşîyan û we dil tenah dikin  ku niha jî neşên û nekarin.

Herweha di dawî ya ragehandinê de hatîye: Lew baştre ku tû xwe biguherrî û çi yî din bi vê hizrê ve, sîyasetê nekî

 

Ev a xwarê jî deq a wê  ragehandinê ye

 

Ragehandin a Meketeb a Sîyasî Partî ya Dîmukratî ya Kurdistanê

Bi çewaşekirin û tuhmet ên bê binema û têkdan a rêz a nav mal a Kurdistanê guhertin çê nabe. Herweha bi gef û gorreş ên we guhertin nahê kirin, wek çawa di kevin de jî hun neşîyabûn û bûye girêkore ya revanî û di 17 yê Subatê, 23yê Xizîranê û 19 Tebaxê de jî hun nekarîn û we dil tenah dikin  ku niha jî neşên û nekarin, lew baştre ku tû xwe biguherrî û çi yî din bi vê hizrê ve, sîyasetê nekî.

Ragehandin a Mekteb a Sîyasî ya

 Partîya Dîmukrtaî ya Kurdistanê

 16/6/2016