Riha..Rezan û hev vîyan û bîrewerî

Li bajarên bakurê Kurdistanê hatina Meha Remezanê ji bo başbûn û xurtkirina têkiliyên civakîfersendeke mezin e. Di vê çarçovê de li bajarê Rihayê welatiyan bi hev re fitara xwe vekirin û rojên xwe yên berê bi vê mebestê bi bîr anîn.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/781f3e05-6976-4023-bcc8-ec75861e2b85/GelBiHevReFitaraXweDike.ism/manifest

K24- Riha- bakûr a Kurdistanê

Li bajarên bakurê Kurdistanê hatina Meha Remezanê ji bo başbûn û xurtkirina têkiliyên civakîfersendeke mezin e. Di vê çarçovê de li bajarê Rihayê welatiyan bi hev re fitara xwe vekirin û rojên xwe yên berê bi vê mebestê bi bîr anîn.

Li Sêwrega Rihayê bi hevkariya Qeymeqamiya bajêrbi şiyara  "Gelê me tê ba hev dû" ji bo 3 hezar welatiyan xwarina fitarê hate dayîn.

Xwarina li taxa Hasan Çelebî hate dayîneleqeyeke mezin kişand û beriya fitarê bi saetekê mabû hemû maseyên ku hatibûn dayîn tije bûn.

Welatî dibêjin her çiqas ew bereketa berê ya fitarê nemabe jî bi çalakiyên wisa dilê wan xweş dibe.

Hemwelatîyek dibêje: Rojên berê maşellah pir xweş bûn. Niha jî hêdî hêdî xweş dibe lê belê mîna rojên berê nîne. Lê înşellah wê rind bibe.

Hemwelatîyek din dibîje: Di Remezanên berê de rêkûpêkbûnek hebû. Herkesî ji dil û can rojiya xwe digirt û bi hev re Remezana xwe bi kêfxweşî derbas dikir. Niha hemû kesli mala xwe fitara xwe vedike û çanda Remezanên berê neman e.

Herçiqas çendîn welatî bêriya Remazanên berê bikin jî welatiyên şikûriya xwe bi dîtina Remezaneke ditîr dikin jî hene.

Hemwelatîyek dî dibêje: Ji me îxteyaran re pir rinde, ji ciwanan re nizanim. Emrê me êdî derbûs bûye em axreta xwe difikirin, lê ez ciwanan nizanim ew kêfa xwe dinêrin.

Welatî dibêjin ji ber ku ew manewiyata berê ya Remezanên berê nemaye pêwîstî bi çalakiyên bêhtir yên bi vî rengî heye  lê bi tenê ev çalakî ne besin pêwîste welatî li hev bicivin, civatan bigerînin û şevbihêrkên Remezanê çêkin wekî mîna berê.