Li Êlihê bi şev kar dikin û bi roj dinivin
Li Êliha Bakurê Kurdistanê havînî di navarojê de germahî digiheje 35 pileyan, kargehekêtekstîlê hem ji bo ku karkerên wan di meha Remazanê de zêde aciz nebin û hem jî da hilberîn ranaweste derbasî wardiye ya şevê bû.
K24- Êlihê
Li Êliha Bakurê Kurdistanê havînî di navarojê de germahî digiheje 35 pileyan, kargehekêtekstîlê hem ji bo ku karkerên wan di meha Remazanê de zêde aciz nebin û hem jî da hilberîn ranaweste derbasî wardiye ya şevê bû.
Meha Remezanê ji ber ku ev 2 salin rastî havînê tê bandoreke mezin li ser mirovan dike.Mirovên ku neçarin karê xwe bimeşînin divê mehê de jî dixebitin. Ji ber wê yekê kargeha Tekstîlê saetên xwe yên kar guherandin.
Li Êliha bajarê Bakurê Kurdistanê 300 karkerên ku di wê kargehê de dixebitin ku hilberîna cil û bergan dike, piştîfitarê tênê kargehê û heta dema paşîvê karên xwe dikin û paşê jî li xwaringeha kargehê paşîva xwe dixwun û vedigerin malên xwe.
Beriya niha karêkargehê di navbera saetên 08.00-18:00 andest pêdikir lê di meha Remazanê de saetên kar bo 21.30 şevê heta 07.00ê sibehê hate guhertin.
Mustafa Adli-tekstilci-Kurdî-dibêje: "Îro em li tekstîlê kar dikin, ev sêsale em li Êlihê ne.Êlih pir germ e û rojîhatiyê. Karker kesêk qebûl nake, em 300 karkerin.Karker dixwazin êvara kar bikin, êvar hênikin û xweş e.Ji saet 21.30ên êvarîheta 07:00ê sibehê,nimêja xwe dikin,xwarina xwe dixwin,ava xwe vedixwin,karker zêde razîne ku êvaran kar dikin."
Karker kêfweşiya xwe ji bo vê biryarare ve beriyê tînin ziman û dibêjin bi saya vê biryara dicih de, tu bandora meha Remezanê û Rojiyê li ser karê wan nabe û hilberîn jî ranaweste.
Mehmet Latîf Yilmaz-Karker- dibêje:"Em di tekstîlê de dixebitin,Ji ber ku zehmete em berî niha bi rojê dixebîtin niha em êvarî dixebitin.Em nikarin birojê bixebitin. Remazan jî hatiyê em tî dibin, ji ber ku em tîdibin em êvarî dixebitin ji mere çêtire."
Zeynep Oztunç-Karker-dibêje: "Ji ber ku Remazan hat em niha bi şev dixebitîn.Berî Remazanê em biroj dixebitin, germ bû dinya. Lê niha ji me re xweştir e, hêniktir e,şev xweştir e."
Kargeha ku ji bo gelek kompanyayê bi navûdeng yên cil û bergan hilberînê dike, bi saya vêguhertinê dimeha Remezanê jî hilberînê dike. Herwiha piştî meha Remezanê bi dawî bibe dê saetên kar dîsa bibin mîna berê.