Rojnamevanên Azad daxwaza berdana hevalên xwe dikin

Boltan ragihand ku, hevalên wan bi hicetên bêbingeh û ji rastiyê dûr têne girtin.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê komeleya Rojnamevanên Azad Hakki Boltan ragehand ku, hevalên wan bi hicetên bê bingeh hatine girtin.

Nerazîbûnên li hemberî rojnamevanên girtî berdewam dike. Îro jî li bakurê Kurdistanê bajarê Diyarbekirê Komeleya Rojnamevanên Azad derbarê rojnamevanên girtî de kongireyekî rojnamevanî lidarxist.

Tê de, Hevserokê wê komelê Hakki Boltan ragihand ku, hevalên wan bi hicetên bêbingeh û ji rastiyê dûr têne girtin.

Botan da zanîn ku, Pêwîst e di demeka herî nêz de rojnamevanên girtî werin berdan.