Yaşar Kemal di Mihrîcan a Muzîk a Navneteweyî ya ev sal de

44'emîn Mihrîcana Muzîkê ya Navneteweyî ku her sal ji aliyê weqfa çand û hunerê ya Stenbolê ve tê lidarxistin dest pê kir. Di mîhrîcana îsal de cih dan nivîskarê Kurd Yaşar Kemal û berhema nivîskarê Kurd weke şanoyî muzîkal hat nîşandan.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/65a96ecd-80de-4f89-9f92-f212d2031ed4/NiviskareKurdHatBibiranin-.ism/manifest

K24- Istanbol

44'emîn Mihrîcana Muzîkê ya Navneteweyî ku her sal ji aliyê weqfa çand û hunerê ya Stenbolê ve tê lidarxistin dest pê kir. Di mîhrîcana îsal de cih dan nivîskarê Kurd Yaşar Kemal û berhema nivîskarê Kurd weke şanoyî muzîkal hat nîşandan.

44'emîn mîhrîcana muzîkê ya navneteweyî ya Stenbolê, ligel beşdariya hunermend û lîstikvanan dest pê kir. Di mihrîcanê de berhemên nêzîkî 600 hunermendan tên nîşandan.

Di mihrîcana îsal de nivîskarê navdar ê Kurd Yaşar Kemal jî nehat jibîrkirin û romana bi navê "derya xeyidî" ya nivîskarê Kurd ku sala borî çûbû ser dilovaniya xwe weke şanoyî muzîkal hat pêşkêşkirin.

Di romanê de ku di sala 1978 de hatiye nivîsandin de pitirîn qala jiyana Stenboliyan ya ku bi deryayê ve girêdayî derdikeve pêş tê kirin.

Rêvebira Mihrîcanê-Yeşîm Gurer Oymak got: Me di festîvalê de cih da edebiyatê jî. Berhema "derya xeyidî" ya nivîskarê gewre Yaşar Kemal jî digel muzîkên hunermedên navdar weke şanoyî muzîkal hat nîşandan.

Di festîvalê de ji orkestrayan  heta senfonî û projeyên taybet gelek 26 konser dê li 17 cihên cida bêne nîşandan.

Festîvala îsal  mijara xwe ji berhemek ya nivîskarê mezin William Shakespeare distîne û nivîskarê mezin bi rêya konserekê bibîr tîne.

Bulent Eczacibaşi-Serokê Lijneya Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê got: Di bernameya me ya îsal de hem li Tirkiyê hem li dinayê yanê li welatên biyanî jî çalakiyên danasînê dê bibin. Amanca me parastina mîrada çandê ya cîhanê û pêşketina hunera nûjen e.

Ev festîvala gelek berhemên navdar û nû bi awayeki cida tîne pêşîya hunerhezan  dê heta 24 hezîranê li 17 cihên Stenbolê bê pêşîya hunerhez û geştyaran.