CIA: Rejîma Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê bihêztir bûye
Rêveberê CIA da zanîn ku, dibe ku, DAIŞ şerê li nav cadeyan bikarbîne û kiryarên mezin li navçeyên ne di bin kontirola wî de bike.
.jpg)
K24-Navenda Nûçeyan
Rêvberê CIA Jon Brînan ragehand ku, rejîma Sûriyê bi alîkarî û piştevaniya Rûsyayê bihêztir bûye.
Derbarê vê mijarê Rêvberê CIA Jon Brînan di gotarekê de li pêşiya Encûmena pîran a Amerîkayê ragehand ku, rejîma Sûriyê wekî niha di sala borî de ne bihêz bû, ev yeke ji alîkarî û piştgiriya Rûsyayê ji wî welatî re vedgere.
Ji aliyeke din ve Bîrnan dilgiraniya xwe derbarê pirbûna çekdarên DAIŞê li Lîbyayê nîşan da, aşkere kir ku, (5-8) hezar çekdarên DAIŞê li Lîbyayê hene, herwiha bi dehan çekdar li seranserî cîhanê belav kirî ne.
Rêvebrê CIA diyar kir ku, Amerîka û hevalbendên wê gelek destkeft bidest xistine, herwiha pêşbîniya wê yek kir ku, DAIŞê pştî ji dest dayîna navçeyên di bin kontirola wê, dê stratejiya xwe bughere.
Rêveberê CIA da zanîn ku, dibe ku, DAIŞ şerê li nav cadeyan bikarbîne û kiryarên mezin li navçeyên ne di bin kontirola wî de bike.