37 welatiyên başûrê Kurdistanê li firokxaneya Enqerê hatin girtin

Li firokxaneya Enqerê 37 welatiyên Başûrê Kurdistanê, di firokxaneyê de hatin girtin, heta niha jî ti aliyekî fermî daxuyanî derbarê girtina wan de nedane.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li firokxaneya Enqerê 37 welatiyên Başûrê Kurdistanê, di firokxaneyê de hatin girtin, heta niha jî ti aliyekî fermî daxuyanî derbarê girtina wan de nedane.

Peyamêrê K24ê li Enqerê derbarê desteserkirina 37 rêwiyên firokxaneya Enqerê de, ku welatiyên Başûrê Kurdistanê ne, ragihand ku, wî serdana polîs û walîtiya Enqerê ya di firokxaneyê de kiriye, lê ti kesî ti zanyarî nedaye.

Herwiha Peyamnêrê K24ê ragihand jî, bo wergirtina zanyariyan Li gor Nivîsgeha Pasport ya di nava firokxaneyê de, desteserkirin û girtina wan rêwiyan pêwendî bi aliyê siyasî û ewlekariyê tune ye, lê pirsgirêk di pasportên wan de heye û li benda agahiya Wezareta Derve mane.

Peyamnêrê K24ê ragihand, du firoke ji Hewlêrê gihêştin Enqerê, rêwiyên firokeyekê ti pirsgirêkên wan nebûne.  Li firokeya duyemîn pirsgirêk bo wan çê bûne û 37 rêwî hatine desteserkirin.

Yek ji wan firokeyên ku hatiye desteserkirin ji K24ê re ragihand ku, ew mirovekî 66 salî ye û nexweş bûye û jib o nexweşxaneyê hatiye veguhastin. Wê wêwiyî got jî ku ti zordestî li wan nehatiye kirin, lê dibe ku hinek ji nava wan 37 kesan rewşa wam ne baş be, loma daxwaz kir û Herêma Kurdistanê bo yekê agahdar be.