Ebû Emced: Ti hêzeke leşkerî ya Almanî li ser erdê tune ye
Serokê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Ebû Emced ji K24ê re ragihand ku, di operesyona rizgarkirina Minbicê de ti hêzeke Almanî li ser erdê tune ye. Em bi bihnferehî bi pêş ve diçin, ji ber ku DAIŞ xelkê sivîl wek mertal bikar tîne. Di dema êrîşa me de jî, em naxwazin sivîl bibe qurbanî.
K24 – Navenda Nûçeyan

Ebû Emced got jî: “Rêveberên Leşkerî her di civînan de ne, ji bo danîna plana şer û êrîşa li ser Minbicê, bi awayekî ku xelkê sivîl nebin qurbanî.”
Berî demekê hatibû ragehandin ku, hêzeke Almanyayê bi armanca beşdarîkirin di operasyona rizgarkirina Minbicê û piştevaniya Hêzên Kurdî û Erebî di şerê li dijî DAIŞê de, giheştiye derdora Minbicê.