Endamekî PDKê: Newşêrwan Mustefa dixweze cihê Talebanî bigire
Endamekî serkirdeyatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dibêje, Newşêrwan Mustefa dixwaze şûna Mam Celal bigire û takrewiyê bi ser Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bigire. Kadroyekî pêşkeftî ya Tevgera Goranê jî dibêje, PDK hemû desthilatan bo berjewendiya xwe bikar tîne û takalî biryaran dide.
K24 – Hewlêr

Rêkxerê Tevgera Goranê Newşêrwan Mustefa li dawiyê ew raza xwe aşkere kir û ji endamên partiya xwe got ku, ew ligel YNKê hewla bo yekê didin, ku dawiyê bi takrewiya biryara siyasî bînin.
Her di wê derbarê de, endamê Serkirdeyatiya PDKê Hêmin Hewramî di çarçoveya hevdîtinekê ligel K24ê red kir ku, PDKê biryarên takalî dide û bo wê mebestê jî, biryara beşdarîkirina Kurd li hikûmeta Iraqê û firotana petrolê bi awayekî serbixwe wek nimûne anî, ku di encama civînên ligel hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê bûne.
Kadroyên Tevgera Goranê jî dibêjin, di vî welatî de PDKê hemû tişt bo berjewendiya partiya xwe bikar tîne.
Pîlotbîroya PDKê derbarê gotinên Newşêrwan Mustefa de dibêje, baştirîn guhartin ew e, ku Newşêrwan xwe biguhêre û bi wê hizrê siyasetê neke. Li gor endamekî wê partiyê jî, ku Newşîrwan Mustefa dixwaze koşka Mam Celal vegerîne destê xwe.
Niha dadgeha lêkolîna Hewlêrê fermana desteserkirina Rêkxerê Giştî ya Tevgera Goranê Newşêrwan Mustefa derxistiye. Berdevkê Tevgera Goranê jî dibêje, desthilata dadwerî ne serbixwe ye û biryarî siyasî ye.