Li cîhanê veberhênanên herî zêde ku kompanyayên taybet kirine Tirkiye ye

Bankeya Dinyayê ragihand di sala 2015ê de welatê ku herî zêde di warê sektorên taybet de veberhênan kiriye Tirkiye ye. Di rapoara bankeya navendî de çêkirina balafirxaneya herî mezin a cîhanê ku li Stenbolê tê avakirin weke veberhênaneke gelek girîng hat nirxandin.

K24-Stenbol

Bankeya Dinyayê ragihand di sala 2015ê de welatê ku herî zêde di warê sektorên taybet de veberhênan kiriye Tirkiye ye. Di rapoara bankeya navendî de çêkirina balafirxaneya herî mezin a cîhanê ku li Stenbolê tê avakirin weke veberhênaneke gelek girîng hat nirxandin.

Tirkiye, tevî şerê navxweyî yê li welatên derûdor, krîza aborî, sîyasî û krîza di navbera wê û Rusyayê de di warê aborîya xwe de bi pêş dikeve.

Bankeya Dinyayê ragihand di sala 2015ê de li welatê ku herî zêde sektorên taybet veberhênanan kirine Tirkiye ye.

Bi destpêkirina gelek projeyan Tirkiye di aboriya cîhanî de gelek pêş ket.

Li gor rapora Bankeya Dinyayê ya ku li ser veberhênanên li ser binesaziyê hatin kirin di sala 2015ê de sektorên taybet 44,7 milyar dolar veberhênan li 7 projeyên mezin dayîne.

Li Tirkiyê çêkirina balafirgeha herî mezin a Stenbolê, nîşaneya pêşketina sereke ye.

Ew projeya ku balafirgeha herî mezin ya dinyayê ku tê avakirin bihayê wê digihêje 35,6 milyar dolaran. Çêkirina balafirxaneyê par dest pê kir û tê pêşbînîkirin sala bê bi dawî bibe.

Projeya dî ya mezin çêkirina pira Gebze û Îzmîrê ye û bihayê wê projeyê hatî xerç kirin jî digihêje 6,4 milyar dolaran.Ev projeya ku ve sê sale berdewam dike tê pêşbînî kirin 2 salên bê de bê temam kirin. Bi rêya vê pirê rêya ku 9 saetan berdewam dikir dê bikeve 3,5 an.

Li gorî rapora bankaya cihanê, %40 veberhênanên kompanayên taybet yên cîhanê ji aliyê komapanyayên Tirkiyê ve pêk hatiye.

Bankaya Cîhanê di rojên borî de rapora pêşketinê ya kurewî eşkere kiribû. Li gorî vê yekê, pêşketina bo Tirkiye ji bo salên bê ji %3,4'an derxist ji%3,6'an.