Sekreter a Giştî ya Konfederayona Sendîqayên Karkeran a Şoreşger hate berdan.
Sekretera Giştî ya Konfederayona Sendîqayên Karkeran a Şoreşger DÎSKê Arzu Çerkezoglu hate berdan.
K24- Hewlêr
Sekretera Giştî ya Konfederayona Sendîqayên Karkeran a Şoreşger DÎSKê Arzu Çerkezoglu hate berdan.
Çerkezoglu ji hesaba xwe ya twîtirê ragihandibû beyî ko haya wê hebe derbarê wê de biryara girtinê hatiye dêrxistin. Ew îro bi hinceta heqaret li Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan kiriye hatiye binçavkirin. Ew ê piştî demeke din dê derkeve pêşberî dozger. Çerkezoglu piştî vê daxûyaniyê çend seetan hate berdan.
Li Tirkiyeyê demên dawî de derbarê gelek kesan de bi hinceta heqret li Erdogan tê kirin doz lêpirsîn tên vekirin. Herî dawî jî nivîskar Hasan Cemal û fûtbolîstê û Parlementerê AK-Partiyê yê berê Hakan Şûkûr bi van dozan re rû bi rû mabûn. Herwiha rojnameya Elmanî Die Zeit jî di hejamara xwe ya îro de ciheka berfireh da dozên ko ji aliyê Serokomar ve tên vekirin.