Turkîya dixwaze pêwendî yên xwe bi Îsaraîl, Rusya û Misirê wekî berê baş bike.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim dibêje ew dixwazin pêwendiyên wan a bi Îsaraîl, Rusya û Misirê wekî berê baş bibe.
K24- Hewlêr
Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim dibêje ew dixwazin pêwendiyên wan a bi Îsaraîl, Rusya û Misirê wekî berê baş bibe.
Yildirim li paytexta Tirkiyeyê Enqereyê pirsên rojnamevanan bersivand û got navbera welatên ko li ser Derya Spî û Behra Reş cîranê hev in, dijminatî çênabe. Ew li ser wê yekê xebat dikin ko pêwendiyên wan bi Îsraîl û Misir û Rusyayê vegere wekî rojên berê. Di vê çarçoveyê de ew ligel her sê welatan nav pêwendiyên diplomatik de ne û naxwazin pirsgirêkên heremî bandor li ser danûstandinên wan a aborî û siyasî bike.
Pêwendiyên Tirkiye demek dirêj e, ji ber xistina balafira şerî bi Rusyayê re, operasyona Îsraîlê ya li nav keştiya Mavî Marmarayê bi Îsraîlê û ji ber darbeya leşkerî jî bi Misirê re xirab e.