Belge fîlma YPJ'ê xelat a Netewe yên Yekbûyî wergirt

Belge fîlm a li ser Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) di Mîhrîcana Netewên Yekbûyî ya Sînema û Dîmenan de, xelata zîv wergirt.

K24- Hewlêr

Belge fîlm a li ser Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) di Mîhrîcana Netewên Yekbûyî ya Sînema û Dîmenan de, xelata zîv wergirt.

Dîmenên Belgefîlima bi navê "Her War: Women vs. ISIS" li eniyên şer yên bajarokê Serêkaniyê yê rojavayê Kurdistanê hatine kişandin. Belgefilm ji aliyê kenala RT ya Rûsyayê ve hatiye amadekirin. Ev belgefîlm behsa berxwedana şervanên jin ya li hemberî çekdarên DAIŞ'ê dike.

Mîhrîcana Netewên Yekbûyî ya Sînema û Dîmen di sala 1967'an li bajarê Los Angeles yê Amerîkayê destpê kir.