10 leşkerên Rûsyayê li Sûriyê hatine kuştin

Di 15ê Adara borî de, serokê Rûsyayê biryara vekşandina hêza xwe ji Sûriyê dabû, lê tevî wê yekê jî Rûsya li ser piştgiriya rejîma Sûriyê berdewam e.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragehand ku, hejmata kuştiyên leşkerên wê li Sûriyê giheşte 10 kesan.

Piştî kuştina leşkerekî wê di êrîşekê de li bajarê Helebê li Sûriyê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kir ku, hejmare kuştiyan ên leşkerê wê zêde bûne û bûne 10 leşkerî.Li gorî daxuyaniyê yek ji wan leşkeran xwe kuştibû.

Di 15ê Adara borî de, serokê Rûsyayê biryara vekşandina hêza xwe ji Sûriyê dabû, lê tevî wê yekê jî Rûsya li ser piştgiriya rejîma Sûriyê berdewam e.