HDKA: Bi dehan endam ên supa û hêz ên Asayîşî yê Îranê hatin Kuştin
K24- Hewlêr
Civat a Leşkerî ya Hizb a Dîmukrtî ya Kurdistan a Îranê, ragehand: li şerr ê derdor a bajarok a Şinoyê li rojhilat a Kurdistanê hijmarek a Pêşmerge yên wan şehîd bûne ku ew Pêşmerge bo rêvebirin a erk ên sîyasî û rêkxistinî li dever a Şinoyê bûne û bo bihinvedanê ber bi gund ên Qereseqel û Sergîz û dikevin ber hêriş a hêz ên rijêmê û berevanîyê ji xwe dikin.
Civat a Leşkerî ya Hizb a Dîmukratî ya Kurdistan a Îranê, di ragehandinekê de aşkera kirîye ku li şerr ê roj a Çarşembî ya burî di navber a Pêşmerge yên wan Supa yê pasdaran de li Şinoyê hijmarek a Pêşmerge yên wan şehîd bûne.
Heweha di wê ragehadinê de behs a kuştin a bi dehan ji endam ên sûpa û hêz ên asayîşî yên Îranê ku ew şerr bo 10 demjimêran berdewam bûye.
Di pişkek a dî ya ragehandinê de hatîye: Hêz ên Rijêmê bi hovînîtirîn şêwaz kevtine kavilkirin a mal û mulk ên Xelkê li gund ê Qereqel û zîyanek a mezin bi xelkê gehand.