Putîn: Esed raziye qonaxeke siyasî ya nû destpê bike
Rûsya di şerê li sûriyê piştgiriya rejîma wî welatî dike.
K24-Navenda Nûçeyan
Serokê Rûsyayê Veledemîr Putîn ragehand ku, Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed li ser destpêkirina qonaxeke siyasî ya nû ligel wan hevrê ye.
Derbarê vê mijarê de, Serokê Rûsyayê Velemîr Putîn gotarek di korbenda aborî ya Sant Pêtisbêrg pêşkêş kir, tê de tekez kir ku, Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed raziye ku, qonaxeke nû li wî welatî dest pê bike.
Putîn da zanîn ku, ew ligel Amerîkayê derbarê beşdariya hin aliyên din yên opozîsyona Sûriyê di Hikûmeta Sûriyê rêkeftine.
Herwiha Putîn hişdarî da ku, eger rewşa Sûriyê bi vî awayî bimîne ew welatê dê were parçekirin.