PKK mûşekên li dijî helîkopteran tên bikaranîn hene

Li gorî Tirkiyê heta niha, PKKê, 3 helîkopterên Arteşa wan bi mûşekan anîne xwar.

K24-Navenda Nûçeyan

Birêveberiya Ewlekariya Giştî ya Tirkiyê dibêje, di destê PKKê de 50 mûşekên ku, hemberê helîkopteran tên bikaranîn hene.

Birêveberiya Giştî, bo birêveberiyên ewlekariyê yên bajaran nivîsek şand û destnîşan kir, di destê PKKê de 50 mûşekîn wek ya ku li Colemêrgê helîkopterek Kobra xistiye xwarê hene.

Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê, notên agahdarkirinê yên rojên 17-26 û 28'ê Gulanê de, hêzên ewlekariyên hemû bajarên bakurê Kurdistanê û hin bajarên Tirkiyê tên agahdar kirin.

Li gorî nûçeyê heta niha, PKKê, 3 helîkopterên Arteşa Tirkiyê bi mûşekan anîne xwar.