Amerîka bersiva Putîn da
Di şerê navxweyî yê li Sûriyê de Rûsya piştgiriya rejîmê dike li dijî opozîsyona wî welatî.
K24-Navenda Nûçeyan
Berpirsekî Amerîkayê ragehand ku, helwesta welatê wî derbarê çûna Esed nehatiye guhertin, da zanîn ku, ti rêkeftin di navbera wan û Rûsyayê de derbarê tevlîbûna aliyên din yên opozîsyona Sûriyê di hikumeta Beşar Esed e de nehatine kirin.
Berî niha Serokê Rûsyayê Velademîr Putîn ragehandibû ku, ew li gel Amerîkayê liser tevlîbûna hin endamên opozîsyona Sûriyê di nav Hikumeta Beşar Esed e rêkeftine.
Ajansa Reutersê li ser zarê berpirsekî Amerîkî ku, nexwest navê xwe aşkere bike, tekez kir ku, Amerîka ligel Rûsyayê derbarê tevlîbûna endamên din ji opozîsyona Sûriyê di nav hikumeta Beşar Esed de.
Wî berpirsê Amerîkî diyar kir ku, helwesta welatê wî li himerî mayîne Esed ne hatiye guhertin, ji ber ku, opozîsyon hebûna di desthilatê de qet qebûlnake.tekezî li ser çûna Esed di qonaxa siyasî ya nû de kir.
Di heyama pênc salên şer de û bi sedema ku, Esed derheqê welatiyên sivîl komkujî kirine, Amerîka tekez dike ku, rewatiya Esed di desthilata Sûriyê de nemaye, lê belê Rûsyayê guman dike ku, kesê bi du Esede jî were dê xerabtir be.