Kurtulmuş: Bakurê Sûriyê ne tenê ya Kurdan e
"Em weke Tirkiyê piştgiriya yekîtiya axa Sûriyeyê dikin. "
K24-Navenda Nûçeyan
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmuş ragehand ku, Bakûrê Sûriyê ne tenê ya Kurdane û dibe ku, PKKê êrişî cihên geştyarî bike.
Derbarê vê mijarê Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmuşî di gongiryekî rojnamevanî de ragihand ku, PKKê ne tenê çend hezar kesin, gelek dewlet bi awayên cûda piştgiriya wan dikin.
Kurtulmuş da zanîn ku, eger PKKê bixwaze dikare li her derê tevlîheviyan derxîne. Çi li Deryaya Reş be, çi li Deryaya Spî. Niha dema geştyariyê ye. Xwedê neke, dibe ku, hinek êrîşan li deverên me yên geştyarî jî pêk bînin.
Derbarê Rojavayê Kurdistanê de jî Kurtulmuş anî ziman ku, Bakûrê Sûriyê ne tenê ya Kurdane û got: "Bakurê Sûriyeyê kurdan, tirkmen û ya erebane jî. Heta qiyametê jî wê wiha bimîne. Em weke Tirkiyê piştgiriya yekîtiya axa Sûriyeyê dikin. Çiyayê Tirkmenan, yê tirkmenane û wê heta qiyametê wiha bimîne. Herwiha erebî jî dê heta hetayê li wir bimînin."