li 13e gundên Licê qedexeya derketina derve hate ragihand
Piştî ku, operasyon bi dawî werin qedexe dê bi daxuyaniyeke nû were ragehandin."
K24-Navenda Nûçeyan
Parêzgariya Diyarbekirê li 13 gundên bi ser navçeya Licê ve qedexeya derketina derve ragihand.
Parêzgariyê danê sibê daxuyaniyek belav kir û tê de destnîşan kir ku, li gundên bakurê Licê ji bo tesbîtkirin û jinavbirina embar û stargehên PKKê operasyonê bêne lidarxistin.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: "Li herêmên ku, operasyonê bê lidarxistin ji bo ku, ziyan negihêje welatiyan li gundên Yamaçli, Yalimli, Buyukçax, Saydamli, Bayirli, Seyrek, Yeşilburc, Kunuklu, Kiliçli, Akçabudak, Ulucak, Yorulmaz û Baharlar îro ji saet 10ê danê sibê pê ve qedexe hatiye ragihandin. Piştî ku, operasyon bi dawî werin qedexe dê bi daxuyaniyeke nû were ragehandin."