Encûmena Leşkerî ya Minbicê xala el-Kitab kontrol dike
Şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê karîn xala diwar el-Kitab kontrol bikin. Herwiha ji aliyê rojhilat ve şer bi tundî berdewam e, ji aliyekî din ve, şervan di amadebaşiyê de ne, da ku derbasî bajêrê Minbicê bibin.
K24 – Derdora Minbicê

Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ragehand ku, ew ji aliyê Rojava ve derbasî bajarokê Minbicê bûn da zanîn ku, cihê sivîl lê hebin êrîşî wan navçeyan nakin.
Encûmena Leşkerî bi hevahengiya ligel HSDê û Heveymaniya Navdewletî, Kampîna rizgarkirina Menbicê ji 1 Hezêranê vê destpê kiriye, ta niha karîn bêtirî 110 gundî kontrol bikin, ku rûbera wan dighêje bêtirî 1000 kîlo mitir çar koşe.