Artêşa Tirkiyê 11 penaberên Sûrî li ser sînor kuştin

Di şerê li Sûriyê de, bi dehan penaber dema ku, dixwestin ji şer birevin û derbasî Tirkiyê bibin rastî guleyên Artêşa wî welatî dibûn.

K24-Navenda Nûçeyan

hejmarek penaberên Sûriyê ji gundê Xirbet Cûz li devera Cisir Şixûrê ya bajarê Idlibê dema ku, dixwestin derbasî tirkiyê bibin ji aliyê Artêşa wî welatî ve hatin kuştin.

Derbarê vê yek Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kir ku, 11 penaberên Sûriyê ber bi sînorê Tirkiyê ve diçûn, dema xwestin sînorê tirkiyê derbasbikin ji aliyê Artêşa wî welatî ve hatin kuştin.

Rewandehê da zanîn ku, ew 11 welatî ji gundê Xirbet Cûz li devera Cisir Şixûrê ya bajarê Idlibê bûn.

Li gor daxuyaniya Rewangeha di nav wan her 8 kuştiyan de, 4 jin û 3 zarok hebûn.

Di şerê li Sûriyê de, bi dehan penaber dema ku, dixwestin ji şer birevin û derbasî Tirkiyê bibin rastî guleyên Artêşa wî welatî dibûn.