li Qamişlo di encama teqînekê de kesek hat kuştin û 6 birîndar bûn
kesê hatiî kuştin yek ji çekdarên Sutoro bû.
K24-Navenda Nûçeyan
li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li taxa El-Wista teqînek bi rêya xwekujekî çêbû, di encam de kesek hate kuştin û 6ê din jî birîndarbûn.
Peyamnêrê K24ê li bajarê Qamişlo ragehand ku, seat12 û nîv, dema ku pêkhateya Xirstyanan li navenda El-Emel çalakiyek bi rêve dibirin, xwekujekê xwest derbasî navendê bibe lê hêza Sotoro ya ser bi xiristyana ve ew li sekinandin, dema ew hate seknandin xwe teqand, herwiha da zanîn ku, xwekuj cilûbergên petriyakan li ber xwe kirbû.
Ji aliyê xwe ve ajansa fermî ya Sûriyê SANA ragehand ku, di encama teqînekê li bajarê Qamişlo 5 kes birîndar bûn.
Li gor peyamnêrê K24ê armanca xwekujî ji wê teqînê kuştina mezinekî xirstyanan bû.