CHP: Dewleata Komara Tirkiyê nîne dewleta AKPê heye

"Ti yasayên demokrasiyê cîbicî nake. "

K24-Navenda nûçeyan

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu diyar kir ku, li Tirkiyê dewleta Komara Tirkiyê nîne û dewleta AKPê heye.

Kemal Kiliçdaroglu ligel serokên şaredariyên CHPê civiya. Kiliçdaroglu di hevdîtinê de diyar kir ku, rewatî, rêveberî û biryar hemû jî hatine gûhertin. Tiştek bi navê Dewleta Tirkiyê nîne. Dewleta AKPê heye.  Dewletek heye ku, ti yasayên demokrasiyê cîbicî nake.

Kiliçdaroglu destnîşan kir ku, eger AKP li parlamentoyê 550 parlamenteran jî werbigire, ew yek winda kiriye ku, bikare welat birêve bibe.