Li 25 gundên Diyarbekirê qedexe hat ragihandin

Operasyona Artêşa Tirkiyê ji duh ve li wan herêman destpê kiriye.

K24-Navenda Nûçeyan

Walîtiya Diyarbekirê li 25 gundên 4 navçeyên Diyarbekirê qedexeya derketina derve ragihand.

Parêzgariya Diyarbekirê li 25 gundên girêdayî navçeyên Lîce, Farqîn, Hazro û Hênê yên girêdayî Diyarbekirê qedexeya derketina derve ragihand. Qedexe îro, saet 05.00 destpê kir.

Li gor parêzgariyê armanca ragihandina qedexeyê ewe ku, artêşa Tirkiyê li dijî hebûna gerîlayên PKKê yên li wan herêmanin dest bi  operasyonê bike.

Operasyona artêşê ji duh ve li wan herêman destpê kiriye. Bi vê armancê jî hêzên taybet û zirepûş ji bo wan herêman hatine şandin. Herwiha operasyon ji hewayî û bejayî berdewam dike.