DAIŞ rejîma Sûriyê neçardike xwe ji reqayê vekşîne
Rejîma Sûriyê tenê bi 7K.m ji firoxaneya Tepqayê dûrbû.
K24-Navenda Nûçeyan
Çekdarên rêxistina DAIŞê hêzên rejîma Sûriyê yên berî niha derbasî sînorên idarî yê bajarê Reqayê bûbûn, neçar dike xwe ji wê navçeyê vekşîne.
Derbarê vê mijarê de, Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir tê de ragehand ku, di encama êrîşekê li ser hêzên rejîma sûriyê ji aliyê DAIŞê ve, Artêşa Sûriyê neçarbû 20K.m xwe vekşîne û bi temamî ji sînorên idarî yên bajarê Reqayê derkeve.
Li gor daxuyaniya Rewangehê di wê êrîşê de 40 endamên Artêşa Sûriyê û 21 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Êrîşa DAIŞê di demekê de tê ku, tenê 7 K.m mabûn Hêzên rejîma Sûriyê bighene firokxaneya Tepqayê ya leşkerî ku, dibin kontirola DAIŞê de ye.