Qasim Silêmanî giheşte bajarê Helebê

Berî serdana fermandayê Ketîbeya El-Qudis Qasim Silêmanî bo bajarê Helebê beşdarî di operasyona bajarê Felûce de li Iraqê jî kirbû.

K24-Navenda Nûçeyan

Bi armanca çavdêriya operasyonên li dijî opozîsyona Sûriyê û giraniya şer û pêşveçûnên opozîsyonê Fermandayê Ketîbeya El-Qudis Qasim Silêmanî giheşte Parêzgeha Helebê.

Derbarê çûna Silêmanî bo bajarê Helebê ajansa Meh a Îranî daxuyaniyek belav kir tê de ragehand ku, bi sedema serkeftin û pêşveçûnên opozîsyona Sûriyê û çavdêriya operasyonên leşkerî yên mîlîşyatên welatê xwe li Sûriyê fermandayê Ketîbeya El-Qudis Qasim Silêmanî giheşte bajarê Helebê.

Berî serdana fermandayê Ketîbeya El-Qudis Qasim Silêmanî bo bajarê Helebê beşdarî di operasyona bajarê Feloce yê Iraqê de jî kirbû.

Di dema borî de, mîlîşyatên Îranî û çekdarên Hizbûlah di encama şerê wan û opozîsyona Sûriyê rastî gelek şekstinan bûbûn.