Ketîbeya Şoreşgerên Erfad tevlî HSD bû

Ketîbe ji welatiyên bajarokê Til Rifet pêk tê.

K24-Navenda Nûçeyan

Ketîbeya Şoreşgerên Erfad ku, ji welatiyên bajarokê Tel Rifet yên ku, ji kampên penaberan vegeriyan e pêk tê tevlîbûna xwe di nav Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) de ragehand.

Derbarê tevlîbûna wê Ketîbeya Şoreşgerên Erfad daxuyaniyek bo raya giştî belav kir tê de tevlîbûna xwe di nav rêzên Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) de ragehand, daxuyaniya tevlîbûna wê ji aliyê serkirdeyê wê Muhened Hwsen ve hate xwendin.

Di daxuyaniya ketîbeya navborî de hatiye ku, hemû pêkhateyên Sûriyê bi hemû rengên xwe yên cor bicor nimûneya pêkve jiyanê ye.

Di dawî ya daxuyania xwe de Serkirdeyê da zanîn ku, ew êdî qebûlnakin xwîn were rijandin û ew weke welatiyên bajarokê Til Rifet navçeya El-Şehba tevlîbûna xwe di nav  HSD de radgehînin.