Serkirdeyek ê metirsîdar ê Daişê hat girtin

Çavkekê ji Rêvebrî ya Asayîş a Nîştîmanî ya Kerkûkê ragehand: Em şîyane serkirdeyekê metirsîdar ê Daişê li naverast a bajar ê Kerkûkê bigrîn.

K24- Hewlêr

Çavkekê ji Rêvebrî ya Asayîş a Nîştîmanî ya Kerkûkê ragehand: Em şîyane serkirdeyekê metirsîdar ê Daişê li naverast a bajar ê Kerkûkê bigrîn.

Ew jêder asayîşî amaje bi wê yekê kirîye ku ew serkirde yê Daişê, kesek ê metirsîdare û li gor madde ya 4 ji yasa ya tîrorê hatibû daxwazkirin. Roj a Dûşembîyê hêz ên asayîşê bi harîkarî ya polîs ên firkevtin a Kerkûkê li dever a rê ya Bexdayê ew serkirdeyê Daişê girtin.

Ewî çavkî xuyakir ku ev daxwazkirîye yeke ji metirsîdartirîn serkirde yên Daiş, pirose ya girtin a wî jî  piştî bi destkevtin a zanîyarî yên hûr ên saloxvanîyê hat û dûv re radest ê alî yên peywendîdar hatîye kirin û vekolîn li gel wî destpêkirine.

Lê ew jêder amade nebû nav û pile û post a wî serkirde yê Daişê û ew erk ên pê re hatîye sipartin aşkera bike.