Yekêtî ya Ewrûpa siza yên ser Rûsyayê dirêj dike
Wezîr ê derve ya Firansayê ragehand: Yekêtî ya Ewrûpayê, siza yên abûrî yên ser Rûsyayê bo dem a 6 meh ên din dirêj dike û heya niha rewşek a weha çê nebûye ku ew siza bihê rakirin.
K24- Hewlêr
Wezîr ê derve ya Firansayê ragehand: Yekêtî ya Ewrûpayê, siza yên abûrî yên ser Rûsyayê bo dem a 6 meh ên din dirêj dike û heya niha rewşek a weha çê nebûye ku ew siza bihê rakirin.
Can Mark Ayîrlotî, wezîr ê derve yê Firansayê amaje bo ewê yekê jî kir ku biryare 28 û 29ê evê mehê Yekêîtî ya Ewrûpayê kom bibin bo vekolînê li ser sivikkirin yan hilgirtin a siza yên abûrî û bi cihînan a rêkkevtinname ya Mînsk.
Peywendî yên di navber a Rûsya û welat ên Yakêtî ya Ewrûpayê piştî dosê ya Okranîya û nivgirav a Qirim destpêkir li sal a 2014yê û heya niha herdû alî komek a siza yên Abûrî li ser berhem ên hevdû danane û her şeş mehan carekê ew siza dihên dirêjkirin û heya niha bo rkiirin awan sizayan negehiştine çi rêkkevtinan.