Yekêtî ya Ewrûpa siza yên ser Rûsyayê dirêj dike

Wezîr ê derve ya Firansayê ragehand: Yekêtî ya Ewrûpayê, siza yên abûrî yên ser Rûsyayê bo dem a 6 meh ên din dirêj dike û heya niha rewşek a weha çê nebûye ku ew siza bihê rakirin.

K24- Hewlêr

Wezîr ê derve ya Firansayê ragehand: Yekêtî ya Ewrûpayê, siza yên abûrî yên ser Rûsyayê bo dem a 6 meh ên din dirêj dike û heya niha rewşek a weha çê nebûye  ku ew siza bihê rakirin.

Can Mark Ayîrlotî, wezîr ê derve yê Firansayê  amaje bo ewê yekê jî kir ku biryare 28 û 29ê evê mehê Yekêîtî ya Ewrûpayê kom bibin bo vekolînê li ser sivikkirin yan hilgirtin a siza yên abûrî û bi cihînan a rêkkevtinname ya Mînsk.

Peywendî yên di navber a Rûsya û welat ên Yakêtî ya Ewrûpayê piştî dosê ya Okranîya û nivgirav a Qirim destpêkir li sal a 2014yê û heya niha herdû alî komek a siza yên Abûrî li ser berhem ên hevdû danane  û her şeş mehan carekê ew siza dihên dirêjkirin û heya niha bo rkiirin awan sizayan negehiştine çi rêkkevtinan.