Yildirim: Hevşaredarên DBPê pereyan didin PKKê

Serokwezîrê Tirkiyê, Hevserokên Şaredariyê yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tuhmetbar dike ku, pereyan ji xelkê werdigirin û didin PKKê. Herwiha vê babetê li parlementoyê behs dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê, Hevserokên Şaredariyê yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tuhmetbar dike ku, pereyan ji xelkê werdigirin û didin PKKê. Herwiha vê babetê li parlementoyê behs dikin.

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim rexne li perlementerên DBPê girt û ragihand, bo dirustkirina par, rê û ban û xizmetgozariyê pereyan ji dewletê werdigirtin û piştre bi her şêweyekî be wan pereyan radestî PKKê dikin.

Yildirim diyar kir ku, ew di nêzîktirîn dem de li ser wê pereyên ku ji hikûmetê wedigirin û ji bo xelkê xerc nakin, lêpirsînê ligel wan dikin, herwiha vê babetê jî li parlementoyê behs dikin.

Duh Hevseroka DBPê Sebahat Tuncel di vê derbarê ragihandibû, pereyên ji şaredariyên DBPê re tenê şandin ji bo xizmeta gel, hatine bikaranîn. Şandeyek serbixwe dikare li ser vê yekê lêkolînan bike.  

Herwiha Yildirim amaje kir jî, ew bi niyaz in navçeyên Bakurê Kurdistanê bikin navendeke dewlemend û got: “ Hewl didin li başûr û başûrê rojhilat bikin bi navendeke dewlemend û balkêş, bi vê yekê jî derfetên kar bo welatî û xortên wan nevçeyan çê dibin.”