Demîrtaş: 400 trilyon baca fatureya 2 salan ya qesra we ye
Demîrtaş bersiv da Serokwezîrê Tirkiyê û got: “Di destê lêkolînerên dewletê de yek delîl nîne, ku şaredariyan alîkariya terorê kiribe.”
Hevserokê giştî yê HDPê bersiv da Serokwezîrê Tirkiyê û got: “Di destê lêkolînerên dewletê de yek delîl nîne, ku şaredariyan alîkariya terorê kiribe.”
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim pirsî bû, ku dewletê 400 trilyon pere ji bo şaredariya Wanê şandine, ka ev pere bi kû ve çûne.Hevserokê giştî yê HDPê Selahedîn Demîrtaş bersiva Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim da û got:“Ev pere bedelê du sal elektirîk, av, pakijî û gaza xwezayî ya qesra we ye.”
Her wiha Demîrtaş got: “Otobus dest me nakeve, lê AKP bi xwe bi trilyonan pere mesref dike. Pereyê dewletê ji bo çalakî û xebatên xwe yên siyasî, karê xwe yê qirêj bikartînin.”
Demîrtaş got jî “Erdogan û Yildirim dibêjin, emê qeyûm bavêjin li ser şaredariyan bila qeyûmê bavên li ser qesra Erdogan. Bi salan e lêkolînerên dewletê di nava şaredariyên me de lêkolînê dikin, her roj belgeyan dixwazin, her roj lêpirsîn. Lêkolîn 3 – 5 rojan didome. Di destê lêkolînerên dewletê de yek delîl nîne, ku şaredariyan alîkariya terorê kiribe.”
Herwiha Demîrtaş ragihand, eger li cihekê dizî hebe û qeyûmê bavêjinê, divê destpêkê bavêjin li ser qesra Erdogan.