YNK û Tevgera Goranê nameyekê ji PDKê re dişînin
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Tevgera Goranê, gihêştin biryarekê ku nivîsekê arasteyî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bikin, tê de dema hevdîtina wan ya hevbeş ji PDKê re diyar bikin. Endamekî Serkirdeyatiya Hevbeş yê YNK û Tevgera Goranê jî, amaje bi wê yekê kir ku, biryar e bi nivîsekê daxwaz ji PDKê bikin, jib o diyarkirina dema civîna hevbeş heta ku di derbarê rêkeftina di navbera YNK û Tevgera Goranê digel PDKê guftûgo bikin.
K24 – Hewlêr

Dr. Îsmaîl Namiq piştî hevdêtineke Serkirdeyatiya Hevbeş digel Çend aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de amaje bi wê yekê kir, ku di çend rojên bê de ew nameyekê arasteyî PDKê dikin û niha ew nakokî û tundiya di nava herdu aliyan de hebû, di ragihandinê de wan de hatibû xuyakirin nemaye, heta ku bibe rêgir li pêşiya civînan.
YNK û Tevgera Goranê, piştî rêkeftin û avakirina Serkirdeyatiya Hevbeş di navbera wan de, dest bi serdanên aliyên siyasî yê Kurdistanê kirin û wek ew dibêjin: “Armanca wan ferehkirin û bidestxistina piştevaniya aliyên din bo xalên rêkeftinê ye.”
Wek di rêkeftinê de hatiye, derî li pêş hemû aliyên siyasî yên din jî vekiriye û dikarin bibin beşek ji wê rêkeftinê, heger siyaseta wan partiyan li gor bend û xalên rêkeftinê bin.
Ev hewla YNK û Tevgera Goranê di demekê de ye, ku Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê Newşêrwan Mustefa di dema axaftina wî bi endamên wê tevgerê re amaje kiribû ku, bi rêkeftina bi YNKê re dixwazin dawî li takrewiya biryara siyasî bînin, ji ber wê heta niha ti aliyekî siyasî bi fermî nava bazna wê rêkeftinê, belkî bi awayekî giştî hin aliyên siyasî wê rêkeftinê bi pêwîstî dizanin.
Heta niha ji aliyê PDKê ve, ti helwesteke nû derbarê civînên di navbera wan du aliyan de ne xuya ye, wek ragihandibû digel şanda hevbeş nacive, lê herdu alî YNK û Tevgera Goranê heta niha rijd in li ser wê yekê ku, di civînên xwe de yên ligel aliyên siyasî de gotibûn, ku ewê ligel PDKê bicivin.