Li 4 navçeyên Diyarbekirê û 2 gundên Çewlîgê qedexe

Qedexeya derketina derveya navçeyên, Licê, Farqîn, Hênê û Karaz yên Diyarbekirê ber bi bajarê Çewlîgê fireh bû. Li 2 gundên bajarê Çewlîgê jî qedexeya derketina derve hat ragehandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Qedexeya derketina derveya navçeyên, Licê, Farqîn, Hênê û Karaz yên Diyarbekirê ber bi bajarê Çewlîgê fireh bû. Li 2 gundên bajarê Çewlîgê jî qedexeya derketina derve hat ragehandin.

Artêşa Tirkiyê, li bejahiya 4 navçeyên Diyarbekirê, hemberê PKK'ê dest bi operasyoneke berfireh kir. Operasyona ku li deverên Licê, Karaz û Hênê hatibû ragehandin îro navçeya Farqînê jî girt nav xwe û fireh bû.

Parêzgariya Çewlîgê vê êvarê ragehand, ji ber tevgerên endamên PKK'ê ku li deverên gundên Geliyê Rîz û Geliyê Koviyan yên navçeya Darahênî hatiye dîtin, dest bi operasyonê hatiye kirin û ji ber vê qedexeya derketina derve bo wan her du gundan hatiye ragehandin.

Li aliyê din, balefirên şer yên Artêşa Tirkiyê, îro ji gundewarên Licê, deverên gundê Mizag û Qurmikê bombebaran kirin.

Beriya du rojan, medyaya Tirkiyê dabû xuyakirin, hemû çalakiyên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê li deverên navçeya Licê tên plankirin û hatibû destnîşankirin ku, amadekariyên operasyoneke berfireh tê kirin.