Li gundê Gûnyûzûyê qedexeya derketina derva hate ragihandin
Duh,PKKê navçeya Elkê ser kolana Cumhuriyetê bi çekên giran û roketan, êrîşê polîsan kiribûn .
K24-Navenda Nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê gundê Gûnyûzûyê heta fermanekî nû qedexeya derketina derva hate ragihandin.
Parezgeriya Şirnexê bi daxuyaniyeka nivîskî ragihand ku, li navçeya Elkê gundê Gûnyûzûyê bi armanca girtina komeka endamên Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) derketina derva îro, ji berbangê seat 03:00an heta fermanekî nû qedexe ye.
Duh şev, endamên PKKê navçeya Elkê ser kolana Cumhuriyetê bi çekên giran û roketan, êrîşê polîsan kiribûn û di encamê de 3 polîs birîndar bûbûn.