Hewlêr: Biryara bidarvekirina 7 teroristên DAIŞê derket

Dadegeha Tawanên Du ya Hewlêrê, biryara bidarvekirinê ji bo 7 tometbarên teqîna li hemberî Parêzgeha Hewlêrê da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dadegeha Tawanên Du ya Hewlêrê, biryara bidarvekirinê ji bo 7 tometbarên teqîna li hemberî Parêzgeha Hewlêrê da.

Li gor ragihandineke Encûmena Asayişê a Herêma Kurdistanê Dadgeha Tawanên Du ya Hewlêrê, îro biryara bidarvekirinê ji bo 7 tumetbarên teqîna li hemberî avahiyê Parêzgeha Hewlêrê ya 19 Mijdara 2014an derxist. Herwiha cezayê zîndankirina hetahetayî jî, ji bo 5 tumetbarên din derxist.

Li gor Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, 12 kesên ku îro hatine cezakirin Li gor biryara dadgehê, ku destê wan di plandariştin û serperiştiya rasterast ya teqîna li hemberî Parêzgeha Hewlêrê û hin teqînên din hene. Herwiha li Kerkûkê endamên grûpeke teroristî ya ser bi DAIŞê ve bûne.