Artêşa Tirkiyê dest bi operasyoneke berfereh li Bakur kiriye

Operasyona Artêşa Tirkiyê, li Diyarbekirê, bejahiya navçeyên Licê, Hênê, Farqîn, Hezro, Karaz û Pasûrê bi hemû tundiya xwe berdewam dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Operasyona Artêşa Tirkiyê, li Diyarbekirê, bejahiya navçeyên Licê, Hênê, Farqîn, Hezro, Karaz û Pasûrê bi hemû tundiya xwe berdewam dike.

Piştî ku li gelek gundên 6 navçeyên Diyarbekirê qedexeya derketina derve hat ragehandin, Artêşa Tirkiyê, bi hêzên esmanî û bijehaî dest bi operasyoneke berfireh kir. Operasyon duh êvarê û îro li aliyê başûrê Mûşê û navçeya Darahênî ya Çewlîgê ve fireh bû.

Duh bejahiya gundên Qurmik û Mizagê yên navçeya Licê bi balefirên şer hatin bombebarankirin.

Hêzên ewlekariya Tirkiyê ser rêya Diyarbekir û Çewlîgê jî her 5 kîlometreyê xaleke kontrolê danîn û hemû otombêl piştî kontrolkirinê derbas dibin.

Di medyayên Tirkiyê de hatibû ragehandin, bombeyên ku li gelek deverên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hatine teqandin, li navçeya Licê hatine amadekirin, ku ev yek bû banga operasyoneke berfireh.

Di operasyonên salên 1993 - 94'ê de, li heman deverê bi sedan gund hatibûn şewitandin, bi sed hezaran niştcih koçber bûbûn û bi dehan sivîl jî hatibûn kuştin.