Li Şirnexê leşkerek hat kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn
Li Şirnexê gerîlayên PKKê êriş li baregeheke leşkerî ya Artêş Tirkiyê kir, di encamê de leşkerek hat kuştin 2 leşkerên din jî birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Şirnexê gerîlayên PKKê êriş li baregeheke leşkerî ya Artêş Tirkiyê kir, di encamê de leşkerek hat kuştin 2 leşkerên din jî birîndar bûn.
Sererkaniya Tirkiyê ragehand ku, îro li Şirnexê, gerîlayên PKKê êrişî baregeha leşkerî ya Girêsêvo kirine. Di encamê êrişê de 3 leşker birîndar bûn, birîna leşkerekî giran bû.
Herwiha Sererkaniyê da xuyakirin, birîndar rakirine nexweşxaneyan, ligel hemû hewldanan leşkerekî canê xwe ji dest daye.
Duh jî, li navçeya Elkê ya Şirnexê di navbera polîsan û gerîlayên PKKê de şer û pevçûn derketibû, ku di encamê de 3 polîs birîndar bûbûn.
Piştî pevçûnê ji bo girtina endamên PKKê hêzên ewlekariyê dest bi operasyoneka berfireh kirin.