Li dever a Diyarbekirê qedexe li dûv qedexeyê dihê ragihandin
Li Pasûr, Farqîn, Hezro, Hênê û Licêya Navçeyên Diyarbekirê, qedxeyên hatibûn ragihandin, di 22ê Xizîranê de, piştî saet 19:30an hatin rakirin. Lê hemwext, ev car li 7 gund û çiyayên Farqînê, 9 Gund û deverên Liceyê, 5 gund û çiyayên Pasûrê, 4 deverên Pîranê û 2 deverên Hênê wek heremên qedexe hatin ragihandin.
K24- Hewlêr

Li navçeyên Diyarbekirê, qedexe li dûv qedexeyan tên ragihandin. Parêzgariya Diyarbekirê, li wan gund, tax û çiyayên ku qedexe ragihandibû îro rakir, Lê li 4 navçeyan tevahî li 27 ciyan heremên qedexe hatin îlan kirin.
hatiye ragihandin ku dê li wan 27 xalan dê operasyınên leşgerî bên lidarxistin.