Baydin: Çi hewlek bê Kurd û serok Barzanî serkevtî nabe.

Di dîdarekê de li gel kenal a CBS, Co Baydin, cîgir ê serok ê wîlayet ên hevgirtî yên Emerîkayê ragehand: Ew niha jî li gel pişkkirin a Îraqê ye bo sê Herêman.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f785cab0-6444-4d89-a611-4a65a82ed8d5/joe%20biden.ism/manifest

K24- Hewlêr

Di dîdarekê de li gel kenal a CBS, Co Baydin, cîgir ê serok ê wîlayet ên hevgirtî yên Emerîkayê ragehand: Ew  niha jî li gel pişkkirin a Îraqê ye bo sê Herêman.

Co Baydin di nûtirîn dîdar a xwe de li gel kenal a CBS behs a dû mijar ên giring dike, pişkkirin a Îraqê û rol a Kurd û serok Barzanî li berengabûn a Daişê û çereserkirin a tengije yên deverê.

Baydin ragehand ku wî li 2015 jî behs a pişkkirin a Îraqê kiribû û di niha de jî bi nerîna min baştirîn çareser ewe ku sê herêm ên Fidralî di nav Îraqê de sinûr jê re bihên danan û hêz ên serbazî yên xwe yên tayebt hebin û ji alî yê abûrî û destûrî ve jî xwedî biryar û serbest bin di çarçove ya Îraqê de ku navend a wê Bexda be.

Herweha dibêje; Herêmek bo  Kurd li Bakûr, yek bo Sûnne li Naverast û ji Bexda heya Besre jî bo Şîeyan herêmek bibe. Wê demê çi alî nekarin sinûr ên hev bibezînin û çi pêkhate jî nekare stemê li ya din bike. Çunku Kurd qibûl nake Şîe hukmê li wî bike û Sûnne jî herweha. Lew li gor evê pilanê aramî û tenahî dê vegerre bo Îraqê û her sê pêkhate jî dê bi tenahî di çarçove ya Îraqê de bi hev re vemînin.

Li ser hewl ên rizgarkirin a Mûsilê û dever ên din yên jêr desthilat a Daişê û dûv re jî avedankirin a wan deveran, cêgir ê serok ê Emerîkayê got: Çi  hewlek bê Kurd û serok ê Herêm a Kurdistanê Mesûd Barzanî serkevtî nabe.

Herweha Baydin got: Pêdivîye û min tin kar li ser ewê yekê kirîye ku hevahengîyê û bawerrîyê durist bikim di navebr a Kurd, rêzdar Barzanî, mebest a min serok Mesûd Barzanî û Bexdayê de, ev ten me digehîne armancê.

Herweha dibêje: Çareser tenê ewe ku Bexda hevahengîyê li Barzanî bike û bi harîkarîkirin a welat ên hevpeyman piranî ya arîşe yên Îraqê dê bihên çareser kirin û bi wî awayî jî Daiş ji nav diçe û aramî û asayîş dê vegere bo deverê.