Nerwîc hêz a zemînî dişîne Suryayê

Perleman a Nerwîcê, biryar a şandin a hêzek a taybetî ya zemînî bo Sûryayê pesind kir bi merem a harîkarîkirin a hêz ên hindûrî yên Suryayê.

K24- Hewlêr

Perleman a Nerwîcê,  biryar a şandin a hêzek a taybetî ya zemînî  bo Sûryayê pesind kir bi merem a harîkarîkirin a hêz ên hindûrî yên Suryayê.

Êrêkson Sorêdî, wezîr ê berevanî ya Nerwîcê li ser biryar a şandin a hêz bo Suryayê, got: Hêz ên hindûrî yên Suryayê ber bi pêşve diçin, lew dibe em hêz ê taybet bişînîn daku meşq û rahînanan  bi wan hêzan bikîn û harîkarî ya wan jî bikîn bo encamdan a opersyûn ên taybet di nav suryayê de.

Biryare jî Nerwîc 60 rawêjakar ên serbazî bişîne  bo Ûrdinê bi merem a meşqdan a hêz ên opizisyûn ên Surya yê di wî welatî de.

 Nerwîc nêzîkî 120 rawêjkar ên serbazî li Herêm a Kurdistanê û Îraqê hene bi mebest a rahînanê bi hêz a Pêşmege û serbaz ên Îraqê.