Nerwîc hêz a zemînî dişîne Suryayê
Perleman a Nerwîcê, biryar a şandin a hêzek a taybetî ya zemînî bo Sûryayê pesind kir bi merem a harîkarîkirin a hêz ên hindûrî yên Suryayê.
K24- Hewlêr
Perleman a Nerwîcê, biryar a şandin a hêzek a taybetî ya zemînî bo Sûryayê pesind kir bi merem a harîkarîkirin a hêz ên hindûrî yên Suryayê.
Êrêkson Sorêdî, wezîr ê berevanî ya Nerwîcê li ser biryar a şandin a hêz bo Suryayê, got: Hêz ên hindûrî yên Suryayê ber bi pêşve diçin, lew dibe em hêz ê taybet bişînîn daku meşq û rahînanan bi wan hêzan bikîn û harîkarî ya wan jî bikîn bo encamdan a opersyûn ên taybet di nav suryayê de.
Biryare jî Nerwîc 60 rawêjakar ên serbazî bişîne bo Ûrdinê bi merem a meşqdan a hêz ên opizisyûn ên Surya yê di wî welatî de.
Nerwîc nêzîkî 120 rawêjkar ên serbazî li Herêm a Kurdistanê û Îraqê hene bi mebest a rahînanê bi hêz a Pêşmege û serbaz ên Îraqê.