Derwîş: Em ketine aliyê rojava yê Minbicê

Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê dibêje, ji çar aliyan de gihêştine deriyê bajarê Minbicê û girtina Minbicê rê li pêş kontrolakirina bajarê Reqayê vedike.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê dibêje, ji çar aliyan de gihêştine deriyê bajarê Minbicê û girtina Minbicê rê li pêş kontrolakirina bajarê Reqayê vedike.

Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ji K24ê re ragihand, piştî 21 rojan ji operesyona Fêsel Ebû Leyla ew ji çar aliyan de gihêştine deriyê bajarê Minbicê. Derwîş aşkere kir ku, ew ji aliyê rojava ve li çarxeriya el-Kitab derbasî Minbicê milê Şeriyê bûne.Derwîş diyar kir jî, ku ji aliyê başûr ve, tenê 200.m maye ku bigihin aşên bajêr, ji aliyê rojhilat ve gundên Yastê û Eyn el-Nexîl hatine kontrolkirin.

Derbarê berevaniya DAIŞê de, Derwîş amaje bi wê yekê kir, destpêkê DAIŞê sivîl wek mertalên mirovî bikar dihanî, lê ji sê rojan wan sîstema xwe guhartiye û bi otombîlên bombebarkirî bikar tîne. Herwiha berî 2 demjimêran DAIŞê xwast ji bazarê Minbicê ya başûrê bajêr, bi otombîleke bombebarkirî êrîş bike, lê şervanan ew otombîl jinav birin û bê bandor hêştin.

Derwîş ragihand jî, duh DAIŞê xwast êrîşeke berfereh bi dirêjehiya 15 k.m ji aliyên başûr, rojava û bakur ve bike, da ku dorpêça li ser Minbicê bişkîne, lê êrîşa wan hat şikandin û 142 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, ji nava wan 89 termên çekdarên DAIŞê di destê me de ne.

Li ser cebilxane û çekên DAIŞê, Derwîş got ku, berî du rojan wan karî dora 2 hezar sivîl ji Minbicê rizgar bikin, li gor wan sivîlan jî, ku rewşa DAIŞê pir xirab e, lê berê DAIŞê hin çek û teqemenî li Minbicê kom kiribûn. Herwiha gelek tonêl û jêrzemîn jî li nava bajêr kolandine.

Derbarê girtina Minbicê û rola wê bo operesyona Reqayê de, Derwêş got: “Girtina gund û bajarên Minbicê dê rê li pêş pêşveçûnên mezin veke, herwiha gava mezin bo kontrolakirina bajarê Reqayê, girtina Minbicê ye. Ji ber hemû pêwendiyên DAIŞê û rêyên wê têne birîn.

Derwîş aşkere kir jî, heta niha hîn leşkerên Amerîkî, Brîtanî û Fransî ligel wan li ser erdê ne, ku rola şêwirmendî û pêwendiyên digel firokeyên Hevpeyaniya Navdewletî dikin.

Derbarê sivîlên ku di nava bajarê Minbicê de mane, Derwîşa diyar kir ku, rewşa gelekî zehmet e û hin malbat xwastin ku ji nava baker derkevin, lê rastî êrîşên DAIŞê hatin. Herwiha ew sivîlên ku hatine rizgarkirin jî, li gundên ku hatine rizgarkirin bicih dikin û Encûmena Minbicê ya sivîl pêwîstiyên wan dabîn dike.