Asayişa Rojava 2 endamên PDK-Sê ji zîndanên serbest berdide
Piştî dana pereyan herdu endamên Komîta Herêmê yê PDK-Sê Mehmûd Lewend û Casim Bilî ji zîndanên asayişa Rojava serbest hatine berdan, lê ta nuha Egîd Şahîn, Rizgar Se'îd, Ehmed Ebdulkerîm û Ebdulhelîm Salih çarenûsa wan ne diyar e. serkirdên wê partiyê dibêjin ku, girtina kesên siyasî ne di berjewendiya yekrêziya Kurdî de ye.
K24 – Qamişlo

Nêzî 7 endamên partiyên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku 5 ji wan endamên PDK-Sê ne, ji aliyê asayîşa Rojava ve hatine girtin, ta nuha tenê 2 kes hatine serbestkirin.
Serkirdên PDK-S tekez dikin ku, girtina endamên wan ji aliyê asayîşê ve di çarçova êrîşên li ser partiya wan de tê. Herwiha didin zanîn ku, girtina çalakvanên siyasî ta nuha berdewam e, bo wê jî dê hemû hewildan û karînên xwe bikinm ta girtina kesên siyasî were rewestandin.
Fermandarên asayîşê ji aliyê xwe ve, girtina hin kesên siyasî piştrast dikin, lê didin zanîn jî ku girtina wan ne ji ber karê wan yê siyasî ye, lê belê ji ber karê wan di derxistina xelkê bi qaçaxî ji Rojavayê Kurdistanê ye. Berpirsên asayîşê amaje bi wê yekê jî dikin ku, bi biryarên rasteqîne nabe ti kes ji ber karê siyasî ji aliyê wan ve were girtin.
Ji beriya nêzî 10 rojan ve, hin çalakvanên siyasî ji aliyê asayîşa rojava ve li herêma Dêrik û Girkê Legê hatibûne girtin. Piştî dana pereyan herdu endamên Komîta Herêmê yê PDK-S Mehmûd Lewend û Casim Bilî serbest hatne berdan, lê ta nuha Egîd Şahîn, Rizgar Se'îd, Ehmed Ebdulkerîm û Ebdulhelîm Salih çarenûsa wan ne diyar e.
Di dema ku berpirsên asayîşa Rojava tekez dikin ku, girtiyên siyasî li cem wan tune ye, lê serkirdên partiyên ENKS dibînin ku, hemû çalakî û navendên wan ji aliyê hêzên Rêveberiya Xweser ve têne armanckirin.