Li Dêrikê 2 serbaz ên pile bilind ên Turkîyayê hatin kuştin.

Îro danê sibê li bajarê Mêrdînê navçeya Dêrikê Gundê Akçayê endamên Partiya Karkerên Kurdistanê PKKyê êrîşê Qerekola Leşkerî ya Soxukkuyuyê kirin û navbera wan û leşkeran de pevçûnek dijwar derket. Li gor zanyariyên pêşîn ji bo hawara leşkeran ji navçeya Dêrikê hêzên ewlekariyê hatin vegûhestin. Lêbelê leşkerên dihatin vegûhestin ketin nav kemîna endamên PKKyê û di encamê de 2 leşker hatin kuştin. Piştî pevçûnê ji bo girtina PKKyîyan operasyoneka berfireh hate destpêkirin.

Duh şev jî li navçeya Masertê ya Mêrdînê bi wesayiteke bombebarkirî êrişî baregeheke leşkerên Tirkiyê hate kirin. Welatiyek canê xwe ji dest da 3 leşker û 12 welatî jî birîndar bûn.