Elmanîya: Evro rojek a bi xeme bo Ewrûpayê
Elmanîya yekem welat ê Ewrûpayê bû ku nîgeranî ya xwe derbirrîn ji encam a rifrandom a Birîtanîyayê nîşandan ku nêzîkî 52% ji xelk ê Birîtanîyayê deng bo derçûn a Birîtanîya dan ji Yekêtî ya Ewrûpayê.
K24- Hewlêr

Wezîr ê derve yê Elmanîyayê Firank Walter Ştayînmêr di (komênt) pilînekê de di hijmarte ya xwe de, li ser Tiwîterê, li ser rifrandom a Birîtanîyayê nivîsîye: Bo Ewrûpayê rojek a bi xeme.
Wezîr ê derve yê Elamanyayê herweha nivîsîye: Ew dengubasên ji Birîtanîyayê ve dihên, bi rastî ber bi cûdabûnê diçe, ev jî hem bo Ewrûpayê û hem bo Birîtanîyayê rojek a bi xeme.