Li Lîcê 3 leşkerên Tirk birîndar bûn

Li navçeya Lîcê ya Bakurê Kurdistanê di navbera endamên PKKyê û hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê de pevçûn derket 3 leşker birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Lîcê ya Bakurê Kurdistanê di navbera endamên PKKyê û hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê de pevçûn derket 3 leşker birîndar bûn.

Li navçeya Lîcê ya bajarê Diyarbekirê, Karaz û Hazro ev 2 roj in li hemberî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi hezaran leşkeran operasyoneka berfireh tê birêvebirin.

Di çarçoveya operasyonan de gelek caran di navbera endamên PKKê û hêzên leşkerî yên Tirkiyê de pevçûn derdikevin. Îro jî di encama pevçûnekî de 3 leşkerên Tirk birîndar bûn. Birîndar li nexweşxaneyê hatin vegûhestin.

Herwiha duh şev jî li navçeya Lîcê ji ber bombebarana balafirên şerî agir li daristanê ket.